Qedexeya hevdîtina parêzeran ji gel Rêber Abdullah Ocalan kete sala 10’an

Çalakiyên greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Rêber Apo, li girtîgehên Tirkiyê bi biryardariyeke xurt dewam dike.
Mehmet Erbay ê li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê girtî, di hevdîtina telefonê ku bi malbat xwe re kir, gotiye ku mudurê girtîgehê ew bi avêtina qawîşên girtiyên edlî lê ne û bi kuştinê tehdît kirin.

Rêber Abdullah Ocalan ji 27’ê Tîrmeha 2011’an heya niha dibin tecrîdê de ye. Bi astengkirina hevditina parêzer û malbatan ev tecrîd girantir kirin.

Di 25’ê Adarê de destûr hat dayîn ku rêber ocalan û birayê xwe Mehmet Ocalan bi telefonê bi hev re biaxivin.

Lê telefon di nîvî de hatibû qutkirin û hevdîtin neçûbû serî.

Ji parêzerên Ocalan, Îbrahîm Bîlmez diyar kir li Îmraliyê tiştek bi navê hiqûqê nîne. Bêhiqûqiya li Îmraliyê li tevahiya welat belav dibe.

CPT raporek weşand, lê dewletê bi ‘cezayên dîsîplînê’ yên nû bersiv da.

Dadgehê bi biryara qedexekirina çûyîna parêzeran biryarên nû girt.

Çalakiya greva birçîbûnê bi biryardariyeke xurt di roja 242’an de ye

Berxwedana zindanan a ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan û bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan a li girtîgehên Tirkiyê bi biryardariyeke xurt dewam dike.

Berxwedan bi koma 47’an di roja 242’an de ye.

Çalakiya greva birçîbunê ya li Wargeha Mexmûrê bi dewrgirtina koma 111’an di roja xwe ya 221ّ’an de dewam dike.

Şêniyên Mexmûrê bi girseyî serdana çalakvanan kirin

Çalakiya li Mexmûrê, her roj ji aliyê şinên wargehê ve bi awayek girseyî tê ziyaretkirin û ji çalakvanan re moral tê dayîn.

Welatiyên li Kempa Lavrîo ya Yewnanistanê dimînin jî, ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Rêber APO dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.

Çalakiya li vir jî, 204 roj li pey xwe hiştin.

Girtiyên siyasî bi ‘qawîşên edlî’ tehdît dikin

Mehmet Erbay ê li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê girtî, di hevdîtina telefonê ku bi malbat xwe re kir, diyar kir ku mudurê girtîgehê ew bi avêtina qawîşên girtiyên edlî lê ne û bi kuştinê tehdît kirin.

Dayika Mehmet Erbay (32) ê, got, “Zarokên me di destên zaliman de ne û ji ber vê em ne rehet in.

Lawê min 12 sal e di girtîgehê de ye. Serê şefeqê qerdiyan bi se qawîşên wan de digirin û wan bi şandina qawîşên giriyên edlî tehdît dikin.

Ez ji vir bang li aktîvîstên mafên mirovan dikim; Ger ku tiştek bê serê zarokên me berpirs Wezîrê Edaletê û Mudurê Girtîgeha Gebzeyê ye.

Back to top button