Rêveberiya Deriyê Pêşxabûrê 49 formên welatiyên ku dixwestin biçin Başûr red kir

Rêveberiya Deriyê Pêşxabûrê yê PDK’ê 49 formên ku welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji derbasbûna başûr pêşkêş kiribûn, red kir.

Rêveberiya Deriyê Pêşxabûrê yê PDK’ê derbarê serdanên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê de biryarên nû derxistin.

Li gorî wan biryaran, divê hemû agahiyên kesayetî di formê (istîmara) de hebin.

Rêveberiya Derîyê Sêmalka ji ajansa ANHA’ê re ragihand ku rêveberiya Pêşxabûrê 37 formên kesên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi behaneya ku agahiyên wan kêm in û 12 form bi bahaneyên “sedemên ewlehiyê”, red kirin.

Rêveberiya Sêmalka piştrast kir ku agahiyên di formê de temam in, lê tevî vê yekê jî hate redkirin.

 

Back to top button