PKK’ê gerîla Rêber Amed ku 1997’an li Xerzanê şehîd bû bi bîr anî

Komîteya Karên Şehîdan a PKK’ê gerîla Mihemed Hebîb Ozdaş bi navê xwe din Rêber Amed ku sala 1997’an li Xerzanê şehîd bû, bi bîr anî.
PKK’ê diyar kir heta dawiyê ewê xwedî li bîranînên şehîdan derkevin û jiyana azad, welatê azad ku armanca wan bû, pêk bînin.

Komîteya Karên Şehîdan a PKK’ê bi daxuyaniyekê gerîla Rêber Amed (Mihemed Hebîb Ozdaş) di 24. salvegera şehadeta wî de bi bîr anî.

PKK’ê di daxuyaniyê de da zanîn her roja dîroka têkoşînê bi berxwedanên mezin ên destanî tijî ye û diyar kir têkoşîna ku nîv sed sal e li dijî dagirkerî û faşîzmê tê meşandin, bi saya fedakariyên mezin îro gel li dora xwe civandiye.

Hat gotin şehîd afrînerên berdêlên mezin in û pêşerojê ava û ronî dikin û wiha hat gotin,

“Wezîfeya me ya dîrokî ye ku di her kêliyê de dilsoziya xwe ya bi şehîdên xwe re bi bîr bînin.
Eger gelê me îro di nava gelên cîhanê de bûye xwedî cihekî bi rûmet, bêguman ev yek bi saya bi deh-hezaran şehîdan e. Yek ji şehîdên me yên ku vê rastiyê temsîl dike jî hevalê Rêber Amed e.”

PKK’ê diyar kir 1992’an di demekê de ku Serhildanên gel û têkoşîna gerîla bi hev re dihate meşandin, Rêber Amed bû endamekî çalak ê têkoşîna azadiyê.

Back to top button