Dewleta Tirk di navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê dîwar lê dike

Dewleta Tirk ya dagirker piştî avakirina dîwarê di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê, niha jî navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê de dîwar lê dike.

Di sala 2023’an de peymana Lozanê ya ku Kurdistan parçekiribû 100 sal li pey xwe dihêle.

Tirkiye bi nêzîkbûna sedsaliya peymanê li dijî Rojava, Başûr û Bakurê Kurdistanê êrîşên xwe dijwartir kirine.

Destpêkê dîwarekî 3 metre bilind navbera Bakur û Rojava de lê kirin û bi temamî peywendiya herdu parçeyên Kurdistanê hate qutkirin.

Piştî Rojava niha bi bihaneya penaberên Îranî û Afgan derbasê Tirkiyê nebin û ji wir jî neçin Ewropayê, sînorê beton tê lêkirin.

Sînor ji Çaldêrana Wan a Bakurê Kurdistanê destpê kiriye û 3 kîlo metre temam kiriye.

Tê hedef kirin ku heya 63 kîlometreyan dîwar bê lêkirin.

Bi heman awayî li ser sînor 110 kîlometre xendek hatine kolandin û 103 bircên kontrolê jî tên çêkirin.

Bi vî rengî Tirkiye bi bahaneya pêşîlêgirtina penaberan, pereyên çêkirina sînor ji welatên Yekîtiya Ewropayê digire.

Back to top button