Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser rêya Şedadê û Deşîşe yên bi ser Hesekê, cenazeyê ciwanekî dîtin.
Li gorî Nûçeyên ANHA’yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn cenazeyê ciwanekî li geliya Himêdat a li ser rêya di navbera Deşîşa û Şedadê de yên li başûrê Hesekê dît.
Hate diyarkirin ku temenê ciwan derdora 30 salî ye û bi guleyê hatiye kuştin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn cenaze rakirin nexweşxaneya Hesekê da ku ji aliyê tiba edlî ve were lêkolînkirin.