QSD’ê di operasyona ewlehiyê de du çeteyên DAIŞ’ê li derdora çolistana El-Sebha ya Dêrazorê girtin.MIX:
Li gorî çavkaniyên tayîbet, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) vê sibehê operasyoneke ewlehiyê li çolistana El-Sebha ya Dêrazorê pêk anî.
Di operasyonê de du DAIŞ’î di maleke kavilkirî de nêzî stasyona Tirênê ya li dargerandina kolana 16`an hatin giritn.
Çavkanî destnîşan kir ku li gel her du çeteyan çek, demançe, rext û mertal hatin dîtin.
Heman çavkanî da zanîn ku piştî dorpêçkirina malê, her du çeteyan xwe radestî QSD’ê kirin.