Li Derya Spî zêdeyî 57 koçber xeniqîn

Rêxistina Koçberiyê ya Navnetewî (IOM), ragihand ku di encama binavbûna keştiyek li perava Lîbyayê ya li Derya Spî de herî kêm 57 koçberan jiyana xwe ji dest da.

Berdevkê Rêxistina Koçberan a Navnetewî ya girêdayî NY Safa Msehli li ser mijarê daxuyaniyek da.

Safa Msehli diyar kir ku li peravên bajarê El Xums ya Lîbya keştiya ku koçber li nav bûn, noqî avê bû.

Di encamê de zêdeyî 57 kesan jiyana xwe ji dest da.

Msehli dazanîn ku di nava kesên jiyana xwe ji dest dane de 20 jin û du zarok hene.

Rêxistinê ev dane jî spart kesên li nava keştiyê bi saxî hatîn xelaskirin.

Her sal, ji ber hejarî, zuhabûn, pevçûn û sedemên cuda yên li Afrîkayê, bi hezaran koçber dixwazin bi ser Lîbyayê re xwe bigihînin Ewropayê.

Lê di vê rêwitiyê de, piraniya wan bi heman karasetê re rûbirû dimînin.

Back to top button