Idrîs Yûnis :Revandina nûneran kiryarên rêjîma desthilatdar anî bîra me

Endamê PYD’ê yê Til Temirê Idrîs Yûnis diyar kir ku kiryarên ku PDK`ê dike kiryarên dewletên desthilat li dijî gelê Kurd pêk dianî, anî bîra me.

Derbarê mijar ê de Idrîs Yûnis axivî û ev tişt anî ziman :

“Dema nûnerên me hatin revandin, MIT’a Tirk û siyasetên wê yên girtina nûnerên HDP`ê û siyasetmedaran hatin bîra me.

Ji lew re em mat neman ku destên dagirkeriya Tirk û istixbarata wê di revandina nûnerên me yê li Başûrê Kurdistanê de hebe.”

Yûnis wiha domand :

“Em hinekî li dîroka xwe vegerin , Kiryarên PDK’ê û revandina nûnerên me hinekî em bi paş ve vegerandin.

Dema ku gelê me yê Kurd li ser netewebûna xwe ya kurdî diaxivîn ji aliyê hikumeta Şamê ve dihatin girtin.”

Yûnis di dawî de bang li PDK`ê kir ku nekeve xefka dijminan de û çarenûsa nûnerên me eşkere bike û wan serbest berde.”

Ev 48 roje endamên PYD û yê rêveberiya Xweser ku li Hewlêrê hatibûn revandin agahî li wan nayê girtin.

Back to top button