Li du parêzgehên cûda yên Iraqê 2 serçeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

Doh li du parêzgehên cûda yên Iraqê 2 serçeteyên DAIŞ’ê ku destê wan di 50 teqînên li Iraqê de heye hatin girtin.

Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê di daxuyaniyekê de diyar kir ku hêzên ewlehiyê serçeteyekî DAIŞ’ê ku li parêzgeha Selahedînê 50 bombeyên çandî teqandiye, girtine.

Şaneya Ragihandinê da zanîn ku serçeteyê hatî girtin navê wî Dîwan El Husbe ye û îtiraf kiriye ku wî zêdetirî 50 bombeyan li ser rêya hêzên ewlehiyê li navçeya Bêcî teqandiye.

Çapemeniya Iraqê jî doh ragihand ku li gundê Nezewî yê navçeya Qaim a Enbarê serçeteyek din ê DAIŞ’ê hatiye girtin.

Çapemeniya Iraqê da xuyakirin ku ev serçete wek muftiyê DAIŞ’ê kar dikir.

Back to top button