Serokkomarê Lubnanê Mîşel Ewn, Necîb Mîqatî ji bo avakirina hikumta nû ya Lubnanê, erkdar kir.
Piştî ku Saad Herîrî û Mustafa Adib nikarîbûn rahjin vê berpirisyartiyê, Serok Mîşel Ewn, Necîb Mîqatî vexwend qesra Babedayê û wî ji bo avakirina hikûmeta nû erkdarkir.
Mîqatî 72 deng wergirt, 42 dengan navê kesê ku neda û 3 cîgir hazir nebûn.
Piştî ku Necîb Mîqatê hat erkdarkirin ev tişt anî ziman:
“Bi hevkariya serokkomar Mîşel Ewn em ê hikumeta tê xwestin ava bikin.”
Tê zanîn ku Seed El-Herîrî jî ji bo vê erkê lêborîna xwe xwestibû. Di 4’ê Tebaxa borî de li bendara Beyrûtê jî hikumetê Hesan Diyab îstîfa kir.