Malpera Lobiya Rûsî bi MÎT’a Tirk re hevdîtinek veşarî pêk anî

Rusya û dewleta Tirk li dijî kurdan di nav planên qirêj dene.
Malpera Lêkolîn.org’ê ragihand ku 5 roj berê li bakûrê helebê sîxûrên MÎT’ê û endamên lobiya rûsî endamên îstîxbarata rejîma Sûrî li hev civîyan û derbarê Idlib û Minbicê hin planê qirêj pêk anîn.
Di vê civênê de biryar hatiye girtin ku dewleta Tirk êrîşê minbicê bike, da ku rejim bikeve minbicê.

Dagirkeriya Tirk êrişên xwe yên li dijî Herêmên Xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne.

Ji bo êrişên nû jî li keys û firsendên nû digere.

Di demeke wiha de li ser pîlanên qirêj ên dagirkeriya tirk malpera lêkolîn.orgê nûçeyeke taybet weşand.

Li gorî nûçeyê sîxûrên MÎT’a Tirk li bakurê Helebê bi endamên lobiyeke rûsî re civîn, hevdîtineke veşarî pêk aniye.

Di vê civînê de bi taybetî li ser Minbicê hin pîlanên qirêj hatine amadekirin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan bi lêkolîn.org’ê re parve kirin tevî sîxûrên MÎT’ê û endamên lobiya rûsî endamên îstîxbarata rejîma Sûrî jî tevli vê civînê bûne.

Di civînê de êrişeke nû ya dagirkeriyê ya li dijî Idlib û Minbicê hatiye nîqaşkirin.

Li gorî heman nûçeyê rayedarên rûsî û MÎT’a tirk a Erdogan li hev kirine ku Minbic ji rejîma Sûriyê re were hiştin.

Di heman civînê de hatiye destnîşan kirin ku rûsya û Rejîmê dem dane rêveberiya xweser da ku Minbicê teslîm bike, piştî ev dem bi dawî bû wê dagirkeriya tirk êrişên xwe yê li dijî vê herêmê dijwartir bike.

Li gel êrişan biryar hatiye girtin ku eşîrên ereban jî li dijî rêveberiyê werin sorkirin da ku li herêmê alozî rû bidin.

Li gel van agahiyan hêjayî bibîrxistinê ye ku dagirkeriya tirk tevî çeteyên xwe ev serê du mehan e bi dijwarî êrişan dibe ser gundewarên Minbicê.

Back to top button