Ehmed Qeremûs: Divê Mesûd Barzanî û PDK dev ji serhişkiya xwe berdin

Hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremûs ji bo rêgirtina li ber şerekî navxweyî, bang li Mesûd Barzanî û PDK’ê kir ku dev ji serhişkiya xwe berdin û digel PKK’ê dest bi guftûgoyan bikin. Nivîskar Ebûbekir Karwanî banga avakirina aliyekî fermî bo nûnertiya hêzên Kurdî kir.

Bangên rêgirtina li ber têkbirin û qirkirina Kurdan her bilind dibin..

Hin aliyên girêdayî ajindeyên derve jî, heya vê metirsiya têkçûna Kurdan û ezmûna wan ciddî negirtiye.

Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ehmed Qeremûs di vê derbarê de da xuyakirin eger yek qurşîn di navbera aliyên Kurdî de were teqandin, dibe ku bibe sedema rûdana şerekî navxweyî û jidestdana destkeftiyan.

Ehmed Qeremûs anî ziman ku helwesta Mesûd Barzanî beramber pêknehatina şerê navxweyî, cihê rêzê ye û got:

“Mesûd Barzanî li aliyekî dibêje ew ê ti carî nehêlin şerê Kurdî-Kurdî rû bide, li aliyekî din jî PDK ber bi qadên gerîla ve bi rê ve diçin û zemînê şerekî navxweyî xweş dike. Ev yek bûye cihê pirsnîşanan! Me di salên borî de çend caran banga hevdîtinê li Mesûd Barzanî, Nêçîrvan û Mesrûr Barzanî kiribû, lê ti bersiv heya vê rojê nedaye me. Em dîsa banga xwe dubare dikin û ji Kek Mesûd Barzanî û PDK’ê dixwazin ku dev ji serhişkiya xwe berdin û zemînê ji bo diyalog û çareserkirina kêşeyan xweş bikin”.

Ebûbekir Karwanî: Divê saziyeke fermî bo nûnertiya hêzên Kurdî were avakirin

Di çarçoveyê de, nivîskar û siyasetmedar Ebûbekir Karwanî da zanîn ku heya niha ti saziyeke yekgirtî ku nûnertiya Kurdan bike, nehatiye avakirin û got:

“Di vê demê de, pêwîstiya me bi siyaseteke fermî heye ku bikare hêzên Kurdî yên her çar parçeyên Kurdistanê lev kom bike û digel hev guftûgoyan bikin”.

Back to top button