8 sal bi ser komkujiyên Til Hasil û Til Eranê re derbas bûn.
Komîteya Wafîdî Şehba, Partiya Hevbendiya Niştîmanî ya Demokratîk a Sûriyê û Kongira Star komkujiya Til Hasil û Til Eranê şermezar kirin û wekî berdewamiya zihniyeta şovenîst a ku komkujî li Şengal, Dêrsim û Qamişlo pêk anîne, binav kirin.
Her weha li Şehbayê jî qurbaniyên komkujiyê hatin bibîranîn.
Îro salvegera 8’emîn a komkujiya bajarokê Til Eran û Til Hasilê ye ku ji aliyê çeteyên bi navê “Artêşa Azad a Sûriyê” bi piştgiriya istixbaratên dewleta Tirk ve hate kirin.
Bi boneya salvegera komkujiyê, Komîteya Wafîdî Şehba bi daxuyaniyekê komkujiya Til Hasil û Til Eranê şermezar kir û weha got:
27’ê Tîrmeha 2013’an gelê Til Hasil û Til Eran çavên xwe li ser êrişeke hov ya komên çeteyan vekirin.
Di encamê de zêdetirî 40 kesî û di nav de jin û zarok hatin kuştin, bi sedan birîndar bûn û hatin binçavkirin û bi deh-hezaran ji malên xwe koçber bûn.
Di dîroka gelê Kurd de ne-komkujiya yekemîn bû, beriya wê jî komkujiyên Dêrsim, Helebce, Şengal, Amûdê, Qamişlo û Kobanê ji aliyê hêzên emperyalist û şofînîst ve pêk hatibûn.
Ew dibêjin ku bi wan komkujiyan dê nibikaribin Kurdan tune bikin, lê berovajî wê israr û hêza me ya dewamkirina doza me zêdetir dibe.
“Rûsya û Amerîka berpirs in ku heta niha li pêşiya dewleta Tirk nesekinîn e”
Partiya Hevbendiya Niştîmanî ya Demokratîk a Sûriyê jî bi daxuyaniykê qurbaniyên komkujiya Til Eran û Til Hasilê bi bîr anî û destnîşan kir ku dewleta Tirk bi rêya çeteyên ji Sûriyê û rêxistinên terorîst dixwaze xaka Sûriyê dagir bike.
Partiyê destnîşan kir ku salvegera bi êş maskê muxalefta Sûriyê ku destekê ji dewleta Tirk digire, eşkere kir.
Dewletên mezin wekî Rûsya û Amerîka berpirsin ku heta niha li pêşiya dewleta Tirk ne-sekînine.
Em banga destwerdanê dikin da ku sûcên dewleta Tirk li dijî gelê Sûriyê rawestîne.
Kongra Star: Êrîşên domdar ên Tirkiyê berdewamiya komkujiya ne
Kordînasyona Kongra Star a rojava jî bi heman boneyê daxuyaniyek da û komkujî şermezar kir.
Koordînasyonê got, komkujiyên Til hasil, Til Eran û Qamişlo bi destê heman çeteyan armanc jê ku hêviyên gelê me û aramiya herêmê têk bibin.
Îro jî êrîşên domdar yên li ser hermê berdewamiya kumkujiyane…
Wek kongra Star soz didin li hember van êrîşan berxwebidin û hêviyên şehîdan pêk bînin.
Li Şehbayê qurbaniyên komkujiyê hatin bibîranîn
Meclisa Kantona Şehbayê jî ji bo bîranîna qurbaniyên komkujiyên Til Hasil û Til Eranê li navenda çand û hunera Fafîn çalakiyek li darxist.