Parêzerên Buroya Hiqûqê ya sedsalê ji bo hevdîtina lezgîn serî li CPT da

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan serî li Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê-CPT dan û jê xwestin ku derbarê tecrîda giran a Rêber Abdulah Ocalan erk û berpirsyariyên xwe rabin bi awayekî lezgîn biçin gel Rêber APO

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji ber tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan serî li Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê-CPT dan.

Ajansa Mezopotamyayê, derbarê mijarê de diyar kir ku parêzeran di serdanê de bi bîr xistine ku mehên Adar, Nîsan, Gulan û Hezîranê ve qedexeya hevdîtinê dewam kiriye.

Parêzeren ji CPT xwestin ku li dijî vê rewşê tavilê bikeve nava liv û tevgerê.

Buroyê diyar kir ku Parêzerên Ocalan Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ji bo hevdîtînê bi muvekîkîlê xwe re, pêk bînin di 4 mehan de 68 caran serlêdan kirine .

Di heman demê de bira û wasiyê Rêber Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Imraliyê 20 caran ji bo hevdîtinê serlêdan kirin, lê ev serlêdin hin hatin redkirin hin jî bê bersiv mane.

Bûroyê da zanîn ku wan encamên serlêdan û bersivên ji wan re hatine dayîn bi CPT`î re hatin parvekirin û hate gotin ku li Imraliyê bêhiqûqî bê navber didome.

Parêzeran bi bîr xistin, ji ber ku Serdozgeriya Bûrsayê bersiv ji serlêdanên wan re neda, serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê dan û destnîşan kirin ku Serlêdana wan ya ji bo sererastkirina şert û mercên girtinê yê bi salan e dewam dike.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ragihand ku nameyan jî nadin muwekîlên wan û ji bo dawî li vê êşkence û kiryarên xerab bê anîn bang li CPT kir ku li dijî van kiryaran xwedî helwestbin.

Divê CPT bi awayekî lezgîn li Îmraliyê hevdîtinê pêk bîne

Bûroyê li dijî tecrîdê pêkanîna van daxwaza ji CPT kir.

-Komîteya we bila bi rengekî lezgîn serdana Girava Îmraliyê bike,

-Divê parêzer karibin tavilê serdanê bike û ev yek jî dewam bike,

-Malbat û wasî karibin biçin serdanê, ev yek bi berdewamî pêk were û cezayên dîsîplînê yên li dijî hiqûqê bêne bidawîkirin,

-Li gel bicihanîna mafê serdanê, mafê axaftina bi telefonê jî bi rêk û pêk were bicihanîn,

-Dawî li astengiyên li pêşiya amûrên ragihandinê yên mîna name û faksê bê anîn,

-Kiryarên pratîkî yan jî nehiqûqî yên astengkirina dayina rojname, kovar û pirtûkan bên bidawîkirin,

-Ji bo dawî li şert û mercên kiryarên xerab, derveyî mirovahiyê û êşkenceyê bê anîn, tedbîrên xurt bêne wergirtin û bên bicihanîn.”

Back to top button