Îran..Xwepêşandan roj bi roj belavî bajarên din dibin

Xwepêşandanên ku li parêzgeha Xuzîstan a Îranê destpêkiribû roj bi roj belavî bajarên din dibe.

Di roja 12’an de ji xwepêşandanan, hêzên rêjîmê li bajarê Kirmaşanê guleyan bera xelêk didin û rewşek awarte li bajêr diqewime.

Li taxên bajarê Ehwaz a Xuzistanê hêzên rejîmê gule berdane xwepêşanderan, di encamê de kuştî û birîndar hene, lê ji ber ku rejîmê xetên înternet û elektîrîkê qûtkirine, agahî nayê wergirtin.

Tê gotin ku nerazîbûnên xelkên gihiştiye Tahran û bajarên din ên navenda Îranê ên weke, Tebrêz, Kerec, Esfehan û Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê.

Li aliyekî din jî hate ragihandin ku hêzên rêjîmê li taxên xwepêşandanan mal bi mal digerin û xelên ku tevlî xwepêşandanan bûne binçavdikin.

Back to top button