PKK: Divê bi dirûşma “Em rûmeta xwe biparêzin” dakevin qadan

Komîteya Xebatên Şehîdan a PKK’ê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî goristanên şehîdan diyar kir şehîd li hember her cure xulamtî û nokeriyê helwesta welatparêziyê ne û da zanîn li Kurdistanê kesê hovitiya li Efrînê şermezar neke divê silav li wan neyê kirin. PKK’ê ji bo xwedîderketina li şehîdan bang kir û got, “Bi dirûşma ‘Em rûmeta xwe diparêzin’ divê bi her awayî çalakî bêne lidarxistin.”

Komîteya Xebatên Şehîdan a PKK’ê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî cenazeyên şehîdan daxuyaniyek weşand.

PKK’ê di destpêka daxuyaniya xwe de diyar kir ku têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bi berdêlên gelek giranbuha xwe gihand vê serdemê û da zanîn îro jî di qonaxên giran û dîrokî de derbas dibe.

Hat diyar kirin di her qonaxê de bi hezaran şehîd hatin dayîn û wiha hat gotin,

“Di dirêjahiya vê têkoşînê de derbên mezin li pergala dagirker ya dewleta Tirk hatin xistin.
Bi her şehadetê xercê pêkhatina gelekî ku tune dihat hesibandin ji nû ve hate stran. Gelê Kurd ku hebûna wî dibû mijara nîqaşên rewakirina pergala dagirker û qirker bi têkoşîna di pêşengtiya PKKê de hebûna xwe ji cîhanê re îspat kir.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyar kirin têkoşîna PKK´ê bi xwedîderketina li xeta şehîdan karî xwe mezin bike û bi xwedîderketina li nirxên şehîdan encamên mezin hatine bidest xistin.

PKK’ê da zanîn şehîd li hember her cure xulamtî û nokeriyê helwesta welatparêziyê ne û wiha dewam kir,

“Li Kurdistanê kes û komên li dijî pêkanînên hovane yên dewleta Tirk ên li şehîdgeha Efrînê xwedî helwest nebin nikarin bibêjin em mirovin û Kurd in. Pêwîste li her derê li dijî vî dijminê faşîst û xulamên wan helwestên xurt bên nîşandan. Kes û komên vê bêexlaqiyê şermezar nekin divê wbên dîtin û silav li wan neyê kirin.”
eke hevkarê dewleta dagirker a Tirk

PKK’ê destnîşan kir Rêber Apo hîmê PKK’ê li ser jiyanîkirina şehîdan ava kiriye û anî ziman şehîd heqîqeta xwe di rastiya Rêber Apo de digihînin îfadeyê.

Hat diyar kirin yên ku ji dagirkirina Efrînê, Serêkaniyê, Girspî re bûn palpişt û îro jî gerîla dorpêç dikin, axa Başûrê Kurdistanê difiroşin divê li dijî wan helwest were nîşandan.

Komîteya Karên Şehîdan ya PKK’ê di dawiyê de bang kir ku bi şîara ’em rûmeta xwe diparêzin’ li hember êrîşên ser gorên şehîdan her cure çalakî bên lidarxistin.

Back to top button