HEVSEROKÊ NAV-DEM’Ê JI ALIYÊ DADGEHÊ VE TÊ CEZAKIRIN

Piştî 2 salan ku hevserokê NAV-DEM’ê Tahir Koçer tevlî çalakiyekê li Almanyayê bibû ku tê de diûşmeya ” Bijî serok Apo” qîr kiribû, îro ji aliyê dadgehê ve tê cezakirin.

Li bajarê Braûnschweîgê Almanyayê 20’ê Çileya 2017’an bi daxwaza azadiya Rêber Ocalan meş û mîtîng hatibû lidarxistin.

Di çalakiyê de polîsan daxwaza rakirina alan kiribû û gefa mudaxaleyê xwaribûn.

Di çalakiyê de hevserokê NAV-DEM’ê Tahir Koçer helwesta polîsên Alman ya li dijî wêneyê Rêber Ocalan şermezar kiribû.

Ji bo wê jî di meha derbasbûyî de doz lê hatibû vekirin.

Li dadgeha xwecihî ya Braûncshweîgê rûniştina biryarê ya dozê pêk hat.

Dadgehê cezayê 40 roj yan 600 Euro cezayê pere da.

Koçer nerazîbûn nîşanî biryarê da û got;

“Helwesta qedexe ya dewleta Alman y ali dijî sembolên Kurdan li dijî hiqûqê ye.”

 

Leave a Reply

Back to top button