Mihemed Ocalan: Divê derîyên Îmralîyê bên vekirin

Birayê Rêber Apo Mihemed derbarê tecrîda giran ya li Îmraliyê de bi bîr xist herî dawî berîya 4 mehan hevditînek kurt a telefonê bi Rêber Apo re pêk anîye da zanîn nêzî 2 salan e wan hevdîtin nekirine.
Mihemed Ocalan got, “Li Tirkiyê hiqûqa kêm jî êdî nema ye.”

Birayê Rêber Apo, Mihemed Ocalan tekildarî tecrîda li Îmraliyê û astengkirina hevdîtinan ji Ajansa Mezopotamya’ re axivî.

Mihemed Ocalan destnîşan kir; rêya bidawîkirina tecrîd û şer ji Îmralîyê derbas dibe û diyar kir, ji bo şikandina tecrîdê divê hemu beşên civakê bikevin nava tevgerê.

Mihemed Ocalan da zanîn bi hêceta vîrûsa korona, nêzî du salin nahêlin ew hevdîtinê pêk bînin û wiha got,

“Li îmralîyê 4 mirov girtine. Em nizanin ku, dijîn an na, em bi fikarin.”

Mihemed Ocalan destnîşan kir pêvajoya niha, ya 12’ê îlonê jî derbas kiriye û wiha dewam kir,

“Di cejnê de herkes çû serdana xizmên xwe. Gelo çima destûr nayê dayîn her çar malbat biçin gel xizmên xwe yên li îmralîyê. Ev ne tiştek wijdanî ye û di tu qanûnan de cihê xwe tuneye.”

Mihemed Ocalan bal kişande li ser şerê ku li Kurdistanê diqewime û da zanîn; ger bi Rêber Apo re hevditîn û dîyalog pêşbikeve, di nava hefteyeki da ev şer dê bi dawî bibe û got,

“Heta ku tecrîd bidome, wê çareserî jî ne pêkan be.”

Di dawîya axaftina xwe de Mihemed Ocalan, di derbarê çalakîyên grevên birçibunê yên li girtîgehan berdewam dikin de diyar kir ku; daxwaza wan tenê bi dawîkirina tecrîdê ye û got,

“Em naxwazin careke din mirin pêk were. Divê xwedî li çalakîyên grevên birçîbunê derkevin.”

Birayê Rêber Apo, Mihemed Ocalan di dawiyê de bang li herkesî kir ku ji bo tecrîd bi dawî bibe bertek û helwestê nîşan bidin.

Back to top button