Gerîlayan li herêmên Zap û Avaşînê li dagirkeran xistin

Çalakiyên gerîla yên di çarçoveya pêngavên şoreşgerî yên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê de bê navber dewam dikin.
HPG’ê ragihand gerîlayan li herêma Zapê li leşkerên Tirk yên dagirker xistin. Her wiha HPG’ê diyar kir artêşa Tirk ya dagirker li qada Gilîdaxê ya bajarê Agiriyê jî dest bi operasyoneke dagirkeriyê kiriye.

Çalakiyên Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê yên li dijî artêşa Tirk ya dagirker bê navber dewam dikin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker yên li ser başûrê Kurdistanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir gerîlayan di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêmên Zap û Avaşînê li artêşa Tirk ya dagirker xist û ev agahî parve kir;

“26’ê Tîrmehê li qada Cîloyê Biçûk hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran li dagirkeran xistin, ku dixwestin li qadê çeperan çêbikin. Piştî vê çalakiyê dagirker neçar man ku dest ji çêkirina çeperan berdin.

Heman rojê artêşa Tirk a dagirker piştî ku bombe li çeperên şer ên li qada Girê Sor barandin, xwestin ku kamerayan li derdorê bi cih bikin. Di encama destwerdana hêzên me de dagirker bi paşde vekişîyan.”

HPG’ê diyar kir 25, 26 û 27’ê Tîrmehê qadên Zap, Avaşîn, Xakurkê, û Metîna bi balafirên şer û helîkopteran hatin bombebaran kirin.

Her wiha hat diyar kirin 27’ê Tîrmehê li herêma Glîdaxê ya bajarê Agiriyê jî operasyoneke berfireh hate destpêkirin û hat gotin operasyon hê jî dewam dike.

Li aliyê din Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameyên 4 gerîlayên bi navê Mervan Efrîn, Serhed Ararat, Mazlûm Vîyan û Zerdeşt Kemal ku 25’ê Tîrmeha 2015’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne eşkere kir.

HPG’ê ji malbatên gerîlayên şehîd û gelê Kurdistanê re sersaxî xwest.

Back to top button