Welatiyên Efrîn û Şehbayê serdana konê sersaxiyê yê şehîd Zinar Efrîn kirin

Duh bi hezaran şêniyên Efrînê cenazeyê şervanê HRE’yê Zinar Efrîn li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehrezê spart axê. Îro jî bi sedan ji şêniyê Şehbayê sersaxî ji malbata şehîd re xwestin.

Şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê Rehman Hisên bi nasnav Zinar Efrîn 25’ê Tîrmehê di topbarana dewleta Tirk a dagirker de li Efrînê şehîd bû.

Duh cenazeyê şehîd Zinar bi merasîmeke bi heybet li goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehrezê, hate oxirkirin.

Îro jî bi sedan welatî û endamên Saziyên Sivîl yên Efrîn û Şehbayê, serdana konê sersaxiyê yê şehîd kirin.

Di serdanê de axaftin ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan û Kongreya Star hatin kirin.

Kesên ku axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina riya şehîdan dan.

Di dawiyê de nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Back to top button