Dagirkeran cenazeyên şehîdên Efrînê veguhestin goristaneke derveyî bajêr

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe li Efrînê cenazeyên şehîdên ku ji goristanê derxistibûn, li goristaneke sivîl li derveyî bajêr veşartin.
Rêveberê saziyên olî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêx Mihemed El-Qadirî êrîşên dagirkeran yên li dijî şehîdan weke zilm bi navkir û diyar kir ev yek di olan de nayê qebûl kirin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên xwe yên dermirovî li Efrîna dagirkirî dewam dike.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrînê eşkere kir ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê cenazeyên şehîdên ku dexistibûn li goristaneke sivîl li derveyî bajêr veşartin.

Dagirkeriya Tirk bi vê yekê armanc dike ku cih û nasnameya wan şehîdan winda bike.

Şêx Mihemed El-Qadirî: Sûcên dagirkeran li dijî şehîdan di tu olan de nayê qebûlkirin

Derbarê van kiryarên dermirovî ku dagirkeriya Tirk li dijî gorên şehîdên Berxwedana Serdemê pêk anîbû, rêveberê saziyên olî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêx Mihemed El-Qadirî ji ajansa Hawarê re axivî.

Şêx Mihemed El-Qadirî sûcên dagirkeran li dijî şehîdan weke zilm bi nav kir û got, ev yek di ti olan de nayê qebûlkirin.

Şêx El-Qadirî bal kişand li ser rewşa li bajarê Efrîna dagirkirî ku her diçe xirabtir dibe û got ku dewleta Tirk a dagirker ne tenê êrişî zindiyan dike, di heman demê de li djiî miriyan jî sûc pêk tîne.

Şêx El-Qadirî derbarê dagirkirina Efrînê de jî diyar kir ku dagirkirina xaka mislimanekî di ola îslamê de heram e û yên wê yekê bikin dê werin cezakirin.

Rêveberê saziyên olî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêx Mihemed El-Qadirî di dawiya axaftina xwe de bang li civaka navnetweyî kir ku li dijî kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Efrînê helwestê nîşan bide.

Back to top button