Balafirên Rûs herêmên Hema û Idlibê bombebaran kirin

Balafirên şer yên Rûsyayê herêmên Idlibê û Hemayê bombebaran kirin, hêzên hikumeta Şamê jî bajarê Derayê, topbaran kir.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirova ragihand ku Balafirên şer yên Rûsyayê derdora cihekî artêşa Tirk a li bajaroka El-Bare û bajaroka Kensefra yên li Idlibê bombebaran kirin.

Her weha balafirên Rûs herêmên El-Semaniyê û Diwêr El-Ekrad yên li rojavayê Hemayê bombebaran kirin.

Heman demê hêzên hikumetê devera El-Aliye ya li rojavayê Idlibê topbaran kir.

Hêzên hikumeta Şamê bajarê Derayê topbaran kir

Li Derayê jî, hêzên hikumetê derdora rêya bendavê û herêma Behar a Derayê topbaran kirin.

Li gorî Çavdêriya Sûrî, çekdarên ne nas êrîşî cihên Firqeya 4`an ya hikumetê kir û di encama sergirtina hêzên hikumetê bi ser malan û gulebarana bêserûber, 2 sivîl birîndarbûn.

Çavdêriyê diyar kir ku Firqeya 4`an roja Yekşema borî ji Şamê ber bi Derayê sewqiyata leşkerî pêk anî.

Back to top button