KON-MED’ê banga tevlîbûna çalakiya li Berlînê ya 28’ê Tîrmehê kir

Li dijî êrîşên dewlea Tirk yên ser Başûrê Kurdistanê, KON-MED’ê bang li her kesî kir ku tevlî çalakiya li Berlînê ya 28’ê Tîrmehê bibin.

KON-MED’ê bi daxuyaniyekê êrîşên ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin ku di êrîşan de çekên kimyewî têne bikaranîn.

Di daxuyaniyekê de hat diyarkirin ku artêşa Tirk gund û erdên çandiniyê dike hedef û heta niha gelek sivîl bi êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatine kuştin.

bang li dewletên endamên NATO’yê jî hat kirin ku demildest dijî terora dewleta Tirk bibin xwedî helwest.

KON-MED’ê bang li Kurd û dostên wan kir ku ‘bi rihê seferberiyê’ tevlî çalakiya 28’ê tîrmehê ya li Berlînê bibin, ku çalakî saet 11:00’an li ber Sefaretxaneya Amerîkayê wê were kirin.

Back to top button