Çalakiya li girtîgehan bi biryardarî di roja 243’an de didome

Çalakiyên greva birçîbûnê ya li zîndanên dewleta Tirk yên li dijî tecrîdê û ji bo azadiya Rêber Apo bi biryardariyeke xurt didome û çalakiyên ji bo piştgiriyê jî zêde dibin.
Parlementerên HDP’ê derbarê tecrîda li Îmraliyê de serdana gelek gundên navçeya Hezoyê ya bajarê Batmanê kirin û daxwaza sereke ya xelkê van gundan ew bû ku Rêber Apo azad bibe.

Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK’ê, di 27’ê Mijdara 2020’an de, bi armanca bi dawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên mirovan ên di girtîgehan de de dest bi çalakiya gerva birçîbûnê kiribûn.

Çalakiya girtiyan bi biryardarî bi koma 47’emîn di roja 243’emîn de berdewam dike.

Çalakiya grevê ya li Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) jî di roja 222’an de dewam dike.

Her wiha ya li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê çalakî di roja 215 de ye.

Xelkên navçeya Hezoyê ya Êlihê daxwaza azadiya Ocalan kir

Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Êlihê derbarê domandina tecrîda li Îmraliyê û daxwaza azadiya Rêber Ocalan serdana gelek gundên navçeya Hezoyê kir.

Parlamenter Feleknas Ûca di serdanan de destnîşan kir ku Tirkiye bi tecrîdê sûc dike û bang li hiqûqa navnetewî kir ku bikeve dewrê.

Feleknas Ûca bal kişand ser greva birçîbûnê û got ku daxwaza girtiyan ji aliyê dewletê ve ji nedîtî ve tê, lê belê wê bi berxwedana civakê hikumet neçar bimîne ku gavan bavêje.

Di serdanan de xelkê gundan bi kêfxweşî pêşwazî li şandeyên HDP’ê kir û daxwaza sereke ya xelkê van gundan ew bû ku tecrîda li ser Rêber Ocalan were bidawîkirin û azad bibe.

Back to top button