Li Chempark Leverkusenê, ku parka endustriya kîmyewî ya li rojavayê Almanyayê ye, teqîneke mezin rû da. Di encamê de kesek mir, 4 winda û 16 jî birîndar bûn.
Polîsên jî hişyarî dan şêniyên bajêr, ji bo derî û paceyên xwe bigirin.
Li bajarê Leverkusenê yê Almanya teqîneke mezin rê li ber metirsiyê vekir.
Li fabrîqeyek kîmyewî ya li Keverkûsen a dikeve rojavayê welat ji ber sedemek nayê zanîn teqînek pêk hat.
Li qada teqîn lê pêk hat dû bilind bû.
Bang li xwecihiyên herêmê hatin kirin ku derî û şibakeyên xwe bigirin.
Şirketa Cûrrenta daxuyaniyek da û got:
“Ev qezaya tirajî û mirina xebatkarê me em ji dil xemgîn kirin.”
Şaxa Cûrrenta ya yek ji kîmyaya bayer a mezin e got:
“Welatiyên Leverkûsen bikevin odayên girtî, kilîmayan bigirin, ji ber ewlehiyê derî û şibakeryên xwe bigirin.”
Parka şirketa kîmyesalê li ser hesabê Twîtterê peyamek belav kir û ev tişt anî ziman:
“Li Chempark Leverkûsenê ji ber sedemek hê nayê zanîn teqînek pêk hatiye.”
Şireketê agahiya ku 5 kes jî winda ne parve kir.
Chempark Leverkûsen di vê sektorê de yek ji tesîsên herî mezin a Ewropayê ye.
Pêkanîna Hişyarkirina Karesatê ya Neteweyî (Nîna) ev bûyer di kategoriya ‘metirsiya zêde’ de nirxand.
Polîsên Kolnê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku xisareke mezin bûye û gelek rêyên li derdorê hatine girtin.