Tûnis..Tevgera Nehdayê ya Ixwanî daxwaz ji serokomar kir ku ji biryarên xwe paş vegere

Tevgera Nehdayê ya Tûnisê daxwaz ji serokomar Qeys Seîd kir ku ji biryarên xwe yên rawestandina karên hikumet û parlamanê paş veger.

Îro Tevgera Nehdayê ya Tûnisê derbarê biyrarên dawî yên serokomar Qeys Seîd civîneke awarte li dar xist.

Piştî wê Tevgera Nehdayê bi daxuyaniyekê daxwaz ji Qeys Seîd kir ku ji biryara xwe paş vegere.

Tevgera Nehdayê bang li serokomarê welat kir ku bila pirsgirêkên li welêt li gorî destûr û qanûnê çareser bike.

Duh serokomarê Tûnisê Qeys Seîd karê parlamanê ji bo mehekê da rawestandin û endmanên parlamanê jî ji erk avêt.

Tevî vê hikumeta bi serokwezîrtiya Hişam El-Meşîşî jî da rawestandin.

Yekser serokê parlamanê û serkêşê Tevgera Nehda ya Tûnisî berteka xwe derbarê mijarê anî ziman û ev tişt weke “Derbeya dijî destûr û şoreşê” bi nav kir.

Serokomarê Tûnisê diyar kir ku biryarên wî destûrî ne û yên weke darbeyê bi nav dikin bila jinûve biçin waneyên derbarê qanûnê de bixwînin.

Li ser banga Tevgera Nehda jî duh alîgirên tevgerê daketin qadan, ev jî bû sedem ku pevçûn bi hêzên ewlehiyê re rû bidin.

Back to top button