REJÎMA ÎRANÊ NE ALÎKARÎ DIKE NE JÎ DIHÊLE ALÎKARÎ BI GEL RE EWRE KIRIN

Ji 21’ê Adarê ve ji ber barana zêde ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê lêhî rabûn û gelek zerer li herêmê kir. Ji wê rojê ve li ser banga rêxistinên bakur û rojhilatê Sûrî û rêxistinên kurdistanî banga piştevaniyê hat kirin. Rejîma Îranê ya ku alîkarî nake, na hêle alîkariya ji aliyê kurdistaniyan ve hatiye komkirin jî bigirhêje xelkê herîma Loristanê.

Li gorî zanyariyên Komeleya Mafê Mirov a Kurdistanê eşkere kirin, duh alîkariyên ku xelkê Selasa Bawecan komkirine ji aliyê hêzên Supaya Pasdaran a Îranê ve hatine desteserkirin û radestî komîteya hawarê ya Xumeynî kirin.

Alîkariya ku hatibû amadekirin 23 wesayîtên mezin yên barhilgir pêk dihat.

Ev alîakrî li parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê hatibû komkirin.

Ev astengiyên rejima Îranê di demekî de ne ku gel bi xwe alîkariya mexdûrên lêhiyê dike.

Rejim ku bi xwe li hawara mexdûran naçe nahêle ku alîkariy ji aliyê xelkê ve hatî komkirin jî bigirhêje mexduran.

Li gorî dîmenên ku di medya civakî û malperên mafê mirov de tên belav kirin, di rojên derbazbûyî de hêzên ewlehî û Supayê Pasdarên Îranê êrîşê xelkê sivîl kirin û çend kesek kuştin û gelek kes jî birîndar kirin.

Herwiha çend çalakvanekî bi sedama ku alîkariya mexduran kirine, hatine binçavkirin.

Leave a Reply

Back to top button