Li Efxanistanê bajar û navçe jî Talîban kontrol dike

Belavbûna Talîbanê ya li Efxanistanê lez girtiye.
Hikumeta Efxanistanê tenê kariye heta niha ji sedî 22 xaka welat kontrol bike.
Tenê di nava 3 mehên dawiyê de, 72 navçe ketin kontrola Talîbanê.
Herî dawî ji bo pêwistiyên jiyanî Dergehê Spîn Boldak yê bi Pakistanê re, hate vekirin.

Piştî şerê 20 salan yê hikumeta Efxanistanê ku bi piştevaniya DYA û NATO li dijî Talîbanê dayî meşandin, careke din şer gurbûye.

Di demên dawiyê de, çekdarên Talîbanê tevî navçeyan vê carê êrişên xwe yên li ser navenda bajaran jî zêde kir.

Lê di armanca sereke ya Talîbanê de dergehên sînorî tê dîtin.

Piştî 14’ê Tîrmehê Talîbanê dergehê Spîn Boldak yê bi Pakistanê re kontrol kir, dergeh hatibû girtin.

Dergehê Spîn Boldak ji bo pêwistiyên jiyanî hat vekirin

Herî dawî careke din doh dergeh ji bo derbaskirina pêwistiyên jiyanî hat

Li gorî Odeya Bazirganiyê ya Efxanistanê, her roj bi sedan wesayîtên ku bi pêwistiyan barkirî bûn, ji deriyên sînor ên navborî derbasî welêt dibûn.

Lê piştî ev dergeh ketin bin kontrola Talîbanê êdî bi tevahî hatin girtin.

Tacekîstan ji pêşketinên Talîban yên li sînorê welat bifikare

Li sînrorê Tacekistanê jî ji ber metirsiya Talîbanê hikumeta welat di amadebaşiyê de ye.

Hikumetê di rewşek metirsiya li hember Talîbanê de, tatbîqatek leşkerî pêk anî.

Di 3 mehan de Talîbanê 72 navçe kontrol kir

Di nava 3 mehên dawiyê de, li bakurê welat Talîbanê ji 161 baregehan, 85 kirin armanc.

Talîbana ku 51 ji van navçeyan bi dest xwe xistine, li 14 ji wan zexta xwe ya li ser hêzên ewlehiyê zêde dike.

Ji meha Gulanê û heta niha jimara navçeyên di bin serweriya Talîban de gihîştiye 72’an.

Wezareta Karên Navxweyî ya Efxanistanê ragihand ku di nav hefteya dawîn de 3 navçe ji Talîbanê hatine stendin.

Çekdarên Talîbanê hemû hêza xwe daye li ser kontrolkirina dergehên sînor û navçeyan.

Hikumeta Efxanistanê ragihand ku ji 407 navçeyan, 150 di destê Talîbanê de ne.

Talîban jî îdia dike ku 260 navçe di bin kontrola wê de ye.

Lê ya piştrast ewe her 34 parêzgeh jî di bin kontrola hikumeta Efxan de ye.

Back to top button