Komîteya Mîrateya Cîhanî UNESCO’yê Hewraman wek mîrateya cîhanê nas kir

Komîteya Mîrateya Cîhanî UNESCO’yê herêma Hewramanê bi fermî wek mîrateya cîhanê nas kir.

Komîteya Mîrateya Cîhanî UNESCO’yê di 44’emîn rûniştina xwe de doza rehenda çandî ya Hewramanê erê kir û bi fermî ew wek mîrata cîhanê nas kir.

Hewraman herêmeke çiyayî ya Rojhilat û Başûrê Kurdistanê ye ku şêniyên wê bi zaraveya Hewramî diaxivin.

Li gorî lêkolînên dîroknasan dîroka vê zaraveyî digihîje heya 300 hezar sal beriya niha.

Belgeyên destpêkê yên arkeolojî nîşan didin ku jiyana li Hewramanê vedigere çaxa Paleolotîk.

Piraniya gundên Hewramanê li bilindahiya 1700 metreyan hatine avakirin.

Şêniyên Hewramanê bi kedek mezin li çiyayên asê ên Hewramanê qadên çandiniyê û niştecihbûnê çêkirine.

Hewraman mûzeyek erdnîgarî, dîrokî, mirovî û ziman e.

Back to top button