Bi nêzîkbûna salvegera êrişên 3’ê Tebaxa 2014’an ên li dijî Şengalê, jinên Êzidî meşek li dar xistin. Di meşê de hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê û hevkarên wan şermezar hate kirin û hate xwestin ku statuya xweser ya Şengalê bê naskirin.
3’ê Tebaxa 2014’an çeteyên DAIŞ’ê êrişî Şengalê kir û fermana 74’an li serê civaka Êzîd pêk anî.
Bi sedan jinên Êzîdî ku di di Suka Kevin ya Şengalê re berê xwedidan çiyayê Şengalê, nêzî 7 hezar jin di rêde ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin revandin.
Sala 2015’an li heman sukê Gerilayên HPG’ê, YPG, YPJ û YBŞ’ê bi berxwedaniyeke mezin şengal jı çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.
Li ser fermanê re 7 sal derbaz bû, jinên Êzdî bê navber ev 7 sale ji bo tola fermana 74’an hilînin li ser piyane.
TAJÊ ji bo bîranîna qurbaniyan û naskirina statuya Şengalê meşek li dar xist
Bi rasthatina salvegera fermanê Tevgera Azadiya Jinên Êzidîxane (TAJÊ) û jinên Êzidî li Suka Kevin a Şengalê bi desmalên sipî yên bi xwîn, cilên reş û destên zincîr kirî, meşiyan.
Endama TAJÊ Fehîme Silêman jî da zanîn ku ew ê her tim li ser şopa şehîdên xwe bin û dev ji axa xwe bernedin.
Meş li ber avahiya PADÊ veguherî mîtîngê û li ser navê TAJÊ daxuyanî hat dayîn.
Tê de hat gotin wê jin û zarokên Êzidî xiyaneta PDK’ê û hikûmeta Iraqê qet ji bîr nekin.