Bi nêzîkbûna salvegera êrîşên li ser Şengalê daxwaz û bangên ji bo naskirina stuya Şengalê jî zêde dibin.
Hevserokê Mala Gel a Snûnê Xwedêda Ilyas got ku daxwaza sereke ya wan Şengalek serbixwe ye û bang li civaka Êzidî kir ku xwedî li Şengalê derkevin.
Yek ji mezinên Şîayên Şengalê Seyîd Mehmûd El-Areci jî diyar kir êdî baweriya wan bi hêzên ku ew terikandine nîne, baweriya wan tenê bi wan tê.
Hevserokê Meclisa gel a Sinûnê ya girêdayî Şengalê Xwedêda Ilyas derbarê xebatên rêveberiya Şengalê û lidarxistina 4. Kongreya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ku beriya 3 rojan pêk hat ji televizyona me re axivî.
Xwedêda Ilyas got ku beşdarbûna hemû pêkhateyan di kongreyê de bersivek ji dijmin re ye ku êdî Şengal xwedî îrade ye û dikare xwe biparêze.
Hevserokê Mala Gel a Sinûnê Xwedêda Ilyas got ku daxwaza sereke ya wan Şengalek serbixwe ye û bang li civaka Êzidî kir ku li xwe xwedî derkevin.
Seyîd Mehmûd El-Areci: Êdî baweriya me bi hêzên ku em terikandin nîne tenê baweriya me bi me heye
Yek ji mezinên Şîayên Şengalê Seyîd Mehmûd El-Areci ku şahidiya fermanê kiriye derbarê rewşa dawî ya li Şengalê ji ajansa Rojnewsê re axivî.
Seyîd Mehmûd El-Areci destnîşan kir êdî baweriya wan bi hêzên ku ew terikandine nîne tenê baweriya wan bi hêzên Şengalî tê.
El-Areci got ku divê ciwanên Şengalê zanibin ku xeteriyek ser herêmê heye û xwe ji bo parastinê amade bikin.
Yek ji mezinên Şîayên Şengalê Seyîd Mehmûd El-Areci daxwaz kir ku gel xwe perwerde bike û yekîtiyê pêş bixe ku bi riya wê karibin xwe biparêzin.