Nivîsgeha Çalakiyan a Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê bi diruşma ” Şitlên îro, darê sibe ye”, ezmûna sêyamîn a dawî ya Pêşbirka Nivîskarê Pêşerojê li dar xist.
76 xwendekar beşdarî ezmûna sêyemîn a dawî ya Pêşbirka “Nivîskarê Pêşerojê” bûn. Ji wan dê 12 ji aliyê komîteyê nirxandinê ve werin hilbijartin.
Pêşbirk li hola Beylesan a navçeya Amûdêbi beşdarbûna 200 xwendekarî pêk hat.
Girêdayî mijarê, endama rêveber a Nivîsgeha Çalakiyan a Desteya Çandê ya herêma Cizîrê Neîma Murad diyar kir ku ev cara duyemîn e ku ev çalakî tê lidarxistin.
Xelatên pêşbirkê dê 7’ê Tebaxê werin dayîn.