Şehîdên teqîna Qamişloyê hatin bibîranîn

Bi boneya salvegera 5`emîn a teqîna hovane ya taxa Xerbî ya bajarê Qamişloyê, meclisa bajêr û Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo li cihê teqînê merasîmeke bîranînê li dar xist.

Di merasîmê de bi dehan şêniyên Qamişloyê, nûnerên Rêveberiya Xweser, endamên Kongreya Star, partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl amade bûn. Li cihê bûyerê wêneyên şehîdan hatibûn rakirin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin li ser giyanê şehîdan dest pê kir, piştre Meclisa Bajarê Qamişlo daxuyaniyek da, daxuyanî ji aliyê endama meclisê Hesna Remo ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rûxmî mezinbûna teqînê ti aliyên ku qaşo xwe bi parastina mafê mirovan pênas dikin, şermezarî yan daxuyanî li ser bûyerê.

Paşê mûm hatin vêxistin. Merasîm bi slogana “Şehîd Namirin” bi dawî bû.

Hêjeyî gotinê ye di 27`ê Tîrmeha 2016`an çeteyên DAIŞ`ê bi kemyoneke bombebarkirî êrişî taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo kir. Di encamê de 62 kes şehîd bûn û zêdetirî 176 kes jî birîndar bûn.

Back to top button