Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser başûr û hevkariya PDK’ê bi dirûşmeya”Werin cenga azadiyê ” meşeke bi meşeleyan li dar xist.
Meşa ku bi dehan şêniyên bajarê Qamişlo û endamên saziyên sivîl tevlê bûn ji çerxerêya Xelîc dest pê kir.
Di meşê de sloganên “Na ji dagirkeriya Tirk û îxanetê re” hatin birêzkirin.
Meş li çerxerêya Kornîş veguherî mîtîngê.
Bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Bahoz Herekol axivî û got: ” Em li dijî dagirkeriya dewleta Tirk piştgiriya xwe ya ji berxwedana gerîla re nîşan didin.”
Herekol îxaneta PDK`ê û hevkariya wê di êrişên li dijî Hêzên Parastina Gel HPG de şermezar kir.
Meş bi sloganan bi dawî bû.