Biden: Amerîka amadeye bersiva êrîşên Îranê bide

Kaxeza di destê Serokê Amerîka Joe Biden de dema hevdîtina wî ya bi Mistefa Kazimî re, tiştin nû derbarê Iranê, derdixe holê.

Derbarê hevdîtinê, Biden kaxezek ji bo danîna notan girtibû, lê tiştî ku balê dikşîne, di wêneyên ku hatibûn girtibûn tê xuyakirin ku 2 hevok di kaxezê de hatibûn danîn.

Hevok jî ev in:

  • Dewletên Yekbûyî amade ye ku bersiva êrîşên Îranê bide.
  • Iran hesabê rawestandina êrîşan dike.

Ji kaxeza destê Biden diyar dibe ku Iran bûbû navenda axaftinên Biden û Kazimî.

Ev yek jî piştî êrişên dubare yên li dijî baregehên Amerîkî yên li Iraqê ku Amerîka hêzên girêdayî Tehranê tawanbar dike, hat.

Biden ev tişt anî ziman:

“Hevkariya me ya li dijî terorê dê di vê qonaxa nû ya ku em lê dinêrin jî bidome.”

Tê zanîn jî ku herdû aliyan peyama bidawîkirina şerê Amerîka li Iraqê di dawiya sala 2021’an de îmze kir.

Lê hêzên Amerîkî wê li Iraqê bi roleke şêwirmendî bimînin.

Ji Biden û Kazimî peyamên hevkariyê

Back to top button