Cûma Heyder: Itîrafa navneteweyî bi Rêveberiya Xweser dêaloziya Sûriyê çareser bike

​​​Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Qanûnsaz a Minbicê Cûma Heyder eşkere kir “Naskirina Rêveberiya Xweser bingeha bidawîkirina aloziya Sûriyê ye”. Der barê daxuyaniyên hikumeta Şamê jî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tekez kirin ew îdiayên dibêjin Rêveberiya Xweser parçekirinê dixwaze, ji rastiyê dûr in û armanc jê reşkirina projeya wê ya serkeftî ye. 

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dengên ku banga itîrafa navneteweyî bi Rêveberiya Xweser ku beşekê ji xaka Sûriyê bi rêve dibe, bilind dibin.

Girêdayî mijarê, cîgirê Hevserokatiya Meclisa Qanûnsaz a Minbicê Cûma Heyder axivî û got:

“Ji destpêka şoreşa Sûriyê ve, hin koman xwe spart aliyên derve, da ku xwestekên wan li herêmê pêk bînin.

Ji bo vê yekê jî avakirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tekane rêbazê ji bo rêgirtina li pêşiya wan aliyan e.”

Cûma Heyder wiha pê de çû:

” Rêveberiya Xweser hewl dide jinûve binasaziya heyî li vê herêmê ava bike û dixwaze vê projeyê pêş bixe ku tevahî Sûriyê bigire nava xwe.

Tevî gefên dewleta Tirk Ii ser herêmê, hewl dide destkeftiyên zêdetir di aliyê pêkanîna aramî û ewlehiyê de pêk bîne.”

“Îdiaya dibêje Rêveberiya Xweser parçekirinê dixwaze, ne rast”

Li aliyekî din tevî ku Rêveberiya Xweser gelek caran teqez kiriye ku tu niyeta wan ya parçekirina xaka Sûrî tuneye, lê hikumeta Şamê rêveberî bi pêkanîna projeya parçebûna Sûriyê tawanbar kir.

Li ser haman mijarê pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kirin ku niyeta rêveberiyê ya parçekirina xaka Sûriyê tune ye.

Pêkhateyên Ermen jî tawanên li dijî Rêveberiya Xweser red kirin û gotin ku tiştekî rast ji îdiaya li ser Rêveberiya Xweser tên gotin, nedîtine.

Welatiyan diyar kir ku Rêveberiya Xweser tevahiya gelan hembêz dike û daxuyaniyên hikumeta Şamê nîşaneya hişmendiya wî ya faşîst e.

Back to top button