MIKE PMPEO: EM HEWL DIDIN EWROPA BIKIN BEŞEKÎ MEZIN JI HÊZÊN LI SÛRÎ BIMÎNIN

Piştî têkbirina DAIŞ’ê, carek din gefên dewleta tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û rojhilatê Sûrî dikeve rojevê.
Beriya demekê behsa avakirina hêzeke navneteweyî li ser sînorê Tirkiyê û vê herêmê dihat kirin û weke herêmeke bi “ewle” bi nav dikirin.

Emerîka ya ku destpêkê ev hêz pêşniyar kir, hindek detayên wê eşkere dike.

Wezîrê Karê Derve yê Emerîka Mike Pompeo diyar kir ku, DYA hewl dide ku Ewropa bike beşa herî mezin a hêzên Rojavayî ku wê li Sûrî bimînin.

Di civîna Congresê de Pompeo bersiva pirsa Senatorê Komarger Lindsey Graham ya der barê leşkerên Ewropayê ku dê li Sûriyê bimînin da û got: “Helbet, ev e ya ku em niha li ser wê gotûbêjan dikin.”

Dewleta Tirk jî, ya ku nikarîbû bi çireke kesk li ser asta navdewletî ji bo êrîşa li ser herêmê bistîne, ketiye nava tevgerê û di bin navê herêma navborî, hewl dide, xaka bakur û Rojhilatê Sûrî dagir bike.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî destnîşan kiribû ku, hewldanên Dewleta Tirk ên derbasbûna Minibcê têk çûn..

Her wiha Ebdî ji bo danûnstandina bi dewleta Tirk re, derketina wê ji Efrînê û rawestandina gefan li ser herêmê, weke şertên sereke destnîşan kirbû.

Leave a Reply

Back to top button