Rayedarekî Amerîkî eşkere kir ku wê 900 leşkerên DYA li Sûriyê bimînin

Rayedarekî Emerîkî eşkere kir ku wê DYE’yê 900 leşkerên xwe li Sûriyê bihêle û piştgiriya bi QSD’ê re ya li dijî DAIŞ’ê dewam bike.

Rayedarê Emerîkî ku navê xwe eşkere nekir diyar kir ku wê DYE 900 leşkerên xwe li Sûriyê bihêle û misyona wan dê di çarçoveya piştgirîya ji QSD’ ya di şerê wê yê li dijî DAIŞ’ê de be.

Rayedarê Emerîkî destnîşan kir ku li Sûriyê wan piştîgirî da QSD’ê di şerê li dijî DAIŞ’ê de û di vê misyonê de bi ser ketin, û wê vê yekê dewam bikin.

Berpirsê Emerîkî anî ziman ku niha tu guhertin di misyona wan a li Sûriyê çênabe.

Hemwextî vê yekê, Emerîka dest bi vekişandina hêzên xwe ji Evxanistanê kiriye ku di dawiya Tebaxa bê bi dawî bibe û Washington û Bexdayê jî ragihand ku dê misyona şer ya hêzên Emerîkî li Îraqê di dawiya sala 2021’an bi dawî bibe.

Back to top button