Talîban û Pekîn ji bo dema pêş di nava barzaran de ne

Li Efxanistanê êdî rêveberiyek nû xuya dike.
Ji niha de Talîban ji bo deshilata xwe ya di dema pêş de ketiye tevgerê û dest bi danûstandinan kiriye.
Ji bo vê yekê jî şandeyek Talîban li paytexta Çînê bi rêveberiya welat re civiya.
Aliyan ji bo dema pêş, peyamên alîkariyê dan.
Rêveberiya Pekînê jî daxwazên xwe pêşkêşî Talîbanê kir.

Tevgera Talîban ji niha ve amadekariyên deshilatdariya xwe ya li Efxanistanê dike.

Şandeya Talîbanê ya bi serkêşiya Abdulxanî Baradar ku ji 9 kesan pêk tê, ji doh ve li Çînê ye.

Berdevkê Talîbanê Mûhamed Naîm diyar kir ku şande bi Wezîrê Karên Derve yê Çînê Wang Yî, Alîkarê Wezîrê Karên Derve û nûnerê taybet ê Çînê yê ji bo Exanistanê re hevdîtinê cuda pêk aniye.

Mûhamed Naîm diyar kir ku Talîbanê garantî daye Çînê ku xaka Efxan wê bi ti awayî li dijî ewlekariya welatekî neyê bikaranîn.

Li gorî Naîm rayedarên Çînê jî gotin,

“Wê tevlî karên navxweyî yên Efganan nebin, soz dane ku wê alîkariyê bide çareseriya pirsgirêkan û aştiyê.”

Talîban amadekariyê dike li desthilatdariyê vegere

Ji meha Gulanê dema destpêkirina vekişîna fermî ya DYA’yê û vir ve Talîban ji her eniyê ve dest bi êrişê kiriye.

Hêzên Amerîkî hema bêje vekişîna xwe temam kirine.

Hêzên Efgan ku nikare berxwedaneke xurt nîşan bide, ji bilî paytext Kabûlê paytextên eyaletên din kontrol dike.

Navçe û qadên bejahî jî di kontrola Talîbanê de ne.

Talîban îdîa dike ku ji sedî 90 ê xaka welêt kontrol dike.

Hikumeta Efgan jî dibêje ku ev yek “derew e.”

Welatên cîran jî ji niha ve xwe li vegera Talîbanê amade dikin.

Di navbera Çîn û Efxanistanê de sînorekî biçûk ê ji 75 kîlometreyî, lê bi bilindahiya 5 hezar metreyî heye.

Di navebra herdû welatan de ti dergehek fermî yê sînorî nîne.

Rêveberiya Pekînê ji Îlona 2019’an ve danûstandinan bi Talîbanê re dike.

Tê gotin, şertê Çînê jî ew e ku Tevgera Îslamî ya Tirkistana Rojhilat a Ûygûran (Mîto) nikaribe xaka Efganistanê bi kar bîne.

Li dijî Ûygûran pêkanîna Çînê li ser masê ye.

Li gorî çavdêrên siyasî Talîban amade ye ku vê bazariyê qebûl bike.

Back to top button