KATJA KIPPING: DIVÊ HIKUMETA ELMAN TÊKILIYA XWE YA LEŞKERÎ BI TIRKIYÊ RE RAWESTÎNE

Hevseroka Partiya Çep Katja Kipping bi peyamekê bang li hikumeta Elman a federal kir û got:
Divê hikumeta Elman têkiliya xwe ya leşkerî bi tirkiriyê re rawestîne, û ji bo girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê bikevin nava liv û tevgerê.”

Hevseroka Partiya Çep Katja Kipping li ser hesabê medya civakî peyamek weşand û nêzîkatiya Erdogan a li encamên hilbijartinê nirxand.

Kipping diyar kir, Erdogan ji bo karibe Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê bi dest bixe bi rengekî vekirî qala jinûve hilbijartinê dike û got:

Despot bi rengekî vekirî naxwaze têkçûnê qebûl bike.

Kipping bang li hikumeta federal kir û jê xwest ku hevkarî û alîkariya leşkerî ya ji bo dewleta Tirk rawestîne û got:

Hikumeta federal li şûna alîkariyên leşkerî, divê li ser rewşa girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê û ji bo destpêkirina pêvajoyeke nû ya aştiyê bikeve nava liv û tevgerê.

Leave a Reply

Back to top button