Bi nêzîkbûna salvegera êrîşa qirkirinê ya li ser Şengalê re çalakî dewam dikin.
Yek ji şahidên fermana 2014’an Haçim Hico nerazîbûn nîşanî polîtîkayên li dijî îradeya Şengalê da û banga yekîtîyê li civaka Êzidî kir.
Navenda Çand û Hunerê ya Şengalê jî derbarê fermana 3’yê Tebaxê, li Sinûnê şanoyek pêşkêş kir.
Yek ji şahidên fermana 2014’an û berxwedêrên Êzidxanê Haçim Hico derberê rewşa dawî ya Şengalê de axivî.
Haçim Hico li hemberî polîtîkayên dijî îradeya Şengal û hêza wê ya parastinê nerazîbûn nîşan da.
Heçî bang li hemû Êzidiyan kir ku yekîtiya xwe çêbikin û Şengalê biparêzin.
Ciwanên Şengalê li Sinûnê li ser fermana 3’yê Tebaxê şanoyek pêşkêş kir
Duh jî, ser rêya sereke ya nehiya Sinûnê a Şengalê ji aliyê Navenda Çand û Hunerê ve, şanoyek li ser fermana 3’yê Tebaxa 2014’an hate pêşandan.
Di şanoyê de nebûna tifaqek di nava Êzidiyan de hate rexnekirin.
Bang li jin, ciwan, serokeşîr û oldaran hate kirin jî ku ji bo rê li ber fermanan were girtin bibin yek.
Şano rastî eleqeyek mezin a xelkê Şengalê hat.