Li pêşiya sefaretxaneya DYA ya Berlînê, dagirkerî hat şermezar kirin

Îro li ser banga KON-MED’ê bi sedan kes li ber derê Sefaretxaneya DYE’yê ya paytexta Elmanya Berlînê hatin ba hev, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê, bêdengiya DYE û hêzên navneteweyî şermezar kirin.
Kurdên Rûsyayê jî, êriş şermezar kirin û banga yekîtî û tekoşînê li gelê kurd kirin.

Doh KON-MED’ê bang li gelê Kurdistanê, dostên Kurd kir ku ‘bi rihê seferberiyê’ li dijî êrişên li ser kudistanê tevlî çalakiya 28’ê Tîrmehê ya li Berlînê bibin.

Îro li ser banga KON-MED’ê bi sedan kes li ber derê avahiya Sefaretxaneya DYE ya Berlînê kom bûn.

Di çalakiyê de êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk li Zap, Metîna û Avaşîn hatin şermezar kirin.

Kesên di çalakiyê de axivîn weha gotin:

Li Îzmîr, Afyon û Konyayê li her derê êrîşî Kurdan dikin. Dixwazin Kurdistanê dagir bikin. Qirkirinê pêk bînin.

DYE li ber êrîşên dagirkeriyê ya li Kurdistanê bêdeng dimîne, li ber vê qirkirinê hemû cîhan çav, guh û devê xwe lê digirin.

Emê li Kurdistan û her cihê lê, li ber vê dagirkerî û qirkirinê bê-deng nemînin.

Piştî axaftinan çalakvanan bi qasî 5 deqeyan xwe li erdê dirêj kirin û bê navber bi dirûşman daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan hate kirin.

Hunermend Hozan Aydin tevlî çalakiyê bû û gelek stran gotin.

Kurdên Rûsyayê êrişên dewleta Tirk li ser Kurdistanê şermezar kirin

Kurdên Rûsiyayê jî, li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê daxuyaniyek da, bêdengiya CPT û saziyên mafên mirovan ên navneteweyî şermezar kir.

Her wiha Berxwedana girtiyên siyasî silav kirin û li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocelan jî giringiya xurtkirina tekoşînê nîşan dan.

Dawiya daxuyaniyê, ji PDK’ê û Malbata Barzanî hate xwestin ku nekeve xefikên dewleta Tirk a faşîst û xwîna xwişk û birayên xwe ne-rijînin.

Back to top button