Çalakiya greva birçîbûnê bi biryardariyeke xurt dewam dike

Li gel zext û binpêkirinan, berxwedana girtiyên di greva birçîbûnê de ne bi biryardariyeke xurt dewam dike. Malbatên girtiyan jî diyar kirin ku li girtîgeha Sîlîvriyê mirin li girtiyan ferz dikin. Parlamentera HDP’ê Fatma Kûrtûlan jî bi pêşnûme-pirsekê gefên li girtiyên di çalakiyê de ne bir meclisê û xwest Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul têkildarî mijarê daxuyanî bide.

Çalakiya greva yên li girtîgehên Tirkiyê bi biryardariyeke mezin dewam dike.

Çalakiya girtiyan bi koma 47’emîn di roja 244’emîn de berdewam dike.

Çalakiya li Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) jî di roja 223’an de dewam dike.

Her wiha ya li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê çalakî di roja 216 de ye.

”Li girtîgeha Sîlîvriyê mirin li girtiyan tê ferzkirin”

Li Girtîgeha Hejmara 5’an a Sîlîvrî ya Stenbolê dawî li binpêkirina mafên mirovan nayê.

Her roj zexteke nû li girtiyan tê kirin û li girtîgehê hejmara girtiyên siyasî yên bi vîrûsa koronayê ketine zêde bûye.

Dayika girtî Kadîr Kaya, Songul Taştan bi rêya telefonê bi kurê xwe re axivî û got:

Kurê min ji min re got, êdî nema dikarin bêhnê bistînin û rewaş wan di xeteriyê de ye.

Fatma Kûrtûlan, gefên li girtiyên di çalakiya de ne tên xwarin bir meclisê

Li Girtîgeha Tîpa T a Dûzceyê, gardiyanan gef li girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de xwaribûn û ji wan xwestibûn ku çalakiya xwe bi dawî bikin.

Parlamentera HDP’ê ya Mersînê Fatma Kûrtûlan, bi pêşnûmepirsekê mijarê bir rojeva meclisê û xwest Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul têkildarî mijarê daxuyanî bide.

Fetma, ev pirs ji Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul kir.

Hinceta zêdebûna binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de, vekirina lêpirsînên derbarê wan de û birîna cezayê disiplînê ya li wan çî ye?”

Meral Daniş Beştaş: Em ê tecrîdê bişkînin û aştiyê jî bînin

HDP’ê li Edeneyê di çarçoveya “Em HDP’î ne, li her derî ne” hevdîtin bi gel re kir.

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş di hevdtinê de bal kişand li ser tecrîda li Îmralyê û got:

Tecrîda li Îmraliyê biryareke siyasî ye, armanceke jê jî ew e ku ji Rêber APO xelas bibin.

Em ê tecrîdê bişikînin, aştiyê jî bînin û em HDP em ê tim hebin.

Back to top button