LEYLA GUVEN 154 ROJ IN LI DIJÎ TECRÎDÊ LI BER XWE DIDE

Li dijî tecrîda giran a li ser Rêber Ocalan, çalakiyên grevê dewam dikin û li her derê belav dibin.
Çalakiya pêşenga çalkagerên greva birçîbûnê Leyla Guven, îro dikeve roja xwe ya 154’an.
Tevî çalakiya Guven, çalakiya girtiyên di grevê de jî bi biryar dewam dike.
Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn têkildarî çalakiyên grevên birçîbûnê got,
Dinya bi berxwedêran diguhere. Ev berxwedan jî wê vê cografyayê biguherîne.

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, bi armanca tecrîdkirina Rêber Ocalan bi dawî bibe 154 roj in li ber xwe dide.

Çalakiya koma yekem a girtiyên girtîgehên Tirkiye 116 roj in didome.

Ji 1’ê Adarê ve jî bi hezaran girtî dest bi greva birçîbûnê kirin û çalakiya wan di roja 41’emîn de didome.

Çalakiya Parlementerên HDP’ê Dersîm Dag a di 3’ê Adarê de, Tayip Temel û Murat Sarisaç ên di 8’ê Adarê de dan destpêkirin , dewam dike.

Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kirin û hatin berdan jî çalakiya xwe berdewam dikin.

Sedat Akin 96 roj, Gurbet Ektîren 86, Semra Alkan 94 roj, Îhsan Sinmiş 43 roj in çalakiya xwe li malê berdewam dikin.

SÎNMÎŞ: EM BÊDENG BIN WÊ CENAZEYÊN DIN JÎ DERKEVIN

Îhsan Sinmiş têkildarê çalakiya xwe û çalakiyên grevê bi giştî axivî û got:

Heta niha 8 hevalên me gihîştin asta şehadetê.

Berî hin cenazeyên din ji girtîgehan derkevin divê êdî dengê çalakiyê bê bihîstin.

Êdî wext e ku her kes dakeve kolanan. Eger em bisekinin wê ji girtîgehan xeberên şehadetê werin.

HEVSEROKA ÎHD’Ê KESKÎN: DINYA BI BERXWEDÊRAN DIGUHERE

Piştgiriya bi van çalakiyan re jî her roj xurtir dibe.

Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan û çalakiyên grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger axivî.

Keskîn anî ziman ku ji bo Leyla Guven û girtiyên din bidin jiyîn li rê û rêbazan digerin .

Eren Keskîn diyar kir, ew bi hêvî ye berxwedana greva birçîbûnê bigihêje encamê û got, “Dinya bi berxwedêran diguhere. Ev berxwedan jî wê vê cografyayê biguherîne.”

DAYIKÊN AŞTIYÊ: DEV JI TECRÎDÊ BERDIN

Her wiha Dayikên Aştiyê jî, bal kişandin ser tecrîda li Îmraliyê û grevên birçîbûnê û bang li hikûmetê kirin ku rojek berî rojekê dawî li tecrîdê bînin.

Leave a Reply

Back to top button