Remzî Şêxmûs/PDKS: Polîtîkaya PDK’ê ne cuda ye ji polîtîkayên “MÎT”a Tirkî

​​​​​​Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê Remzî Şêxmûs bang kir ku divê endamên PYD’ê yên li gel PDK’ê girtî ne, werin berdan.

Remzî Şêxmûs got ku ev polîtîkaya PDK’ê, ne cuda ye ji kirin û polîtîkayên MÎT’a Tirkî yên li Bakurê Kurdistanê.

Şêxmûs da zanîn ku siyaseta PDK’ê dikeve xizmeta dagirkeriya Tirkî û ne di berjewendiya wê de ye ku çarenûsa endamên girtî veşartî bihêle, lewre divê di zûtirîn demê de wan berde.

Revandina nûnerê Rêveberiya Xweser û endamên têkiliyan yên PYD`ê ji aliyê Hêzên ewlehiyê yên PDK`ê ve kete roja 50’emîn, hîna jî çarenûsa wan ne diyar e.

Back to top button