Artêşa dagirker gundewarê Şehba û Şêraw topbaran kir

Artêşa Tirk a dagirker ku hema bêje rojane li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê binpêkirinan pêk tîne, Şevê din jî gundên Efrînê û Şehbayê bi dijwarî topbaran kirin.

Di vê çarçoveyê de Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şeva din di saet yazdeh nivê şevê de gundên Bênê û Aqîbê yên navçeya Şêrawa ya Efrînê bi dijwarî topbaran kirin.

Beriya wê bi derdora nîv saetê gundên Dêr Cemal, Til Medîq û Bendava Şehba yên kantona Şehba jî bi heman dijwariyê topbaran kir.

Derbarê encamên topbaranê tu agahî ne hatin bidestxistin.

Back to top button