Malbateke Kurd ji ber êrîşeke nijadperestiyê ji taxa xwe bar kir

Li Tirkiyê Taxa Îsmet-paşa ya navçeya Elmadag ê ya Enqereyê, malbateke Kurd a navçeya Gever a Colemêrgê rastî êrîşeke nijadperestan hat.

Jina kurd ya ku rastî êrîşê hat wiha behsa bûyerê kir.

“Cîranên me dijûn ji me re kirin û ji me re dibêjin hûn kurd terorîstin. Ez û 5 zarokên xwe ev 2 sal in li vir dixebitin. Heye çend hefte dijûnan ji me re didin. Avahiya li kêleka me jî da ku me ji taxê biqewêrin, îmze berhev kirin”.

Jina Kurd anî ziman ku nijadperestan gotiye ew Kurdan naxwazin, li hember vê yekê polîsên ku hatin li cihê bûyerê bêdeng man, piştgiriya nijadperestan kirin.

Malbatê piştî êrîş û gefên nijadperestan, mala xwe bar kir çû ” taxe din ya bi navê Hasanoglan Fatih” a navçeyê.

21’ê vê mehê jî, li heman navçeyê malbateke Kurd bi heman şêweyê rastî êrîşeke nijadperestî hatibû û tê de, 4 kes birîndar bibûn.

Back to top button