Ciwan Mistefa: Divê gelê me xwe ji ber pêla çaremîn ya Coronayê biparêzin

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr.Ciwan Mistefa diyar kir ku ji ber belavbûna pêla çaremîn ya Koronayê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hişyarî da.

Dr.Ciwan Mistefa ji Ajansa Hawar’ê re anî ziman ” Pêla çaremîn a vîrusa Korona vê dawiyê li welatên cîran belav bûye û dibe ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî belav bibe.

Hêjayî bi bîr xistinê ku di rojên derbasbûyî de, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara pêketiyên Koronayê zêde bû, di 26 ‘ê Tîrmehê de hejimara pêketiyan gihaşt 29 kesan.

Herî dawî Ciwan Mistefa bang li gel kir ku tedbîrên xweparastinê yên pêwîst bigirin.

Back to top button