Li Kerkûkê helîkoptêreke artêşa Iraqê ket xwarê

Li nêzî navçeya Xurmatû ya Kerkûkê helîkoptêreke leşkerî dema diçû ser erka xwe ket xwarê. Di encam de 5 leşkerên Iraqê jiyana xwe ji dest dan.

Li gundê Çerdaxilî yê başûrê navçeya Xurmatû ya Selahedînê derenga şava borî helîkopterek artêşa Iraqê kete xwarê û 2 jê payebilind 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Piştî bûyerê hêzên leşkerî gihîştin cihê bûyerê û dest bi lêkolînê kirin.

Hêjayî bi bîr xistinê, ku li herêma Xurmatû heta niha jî dem dem çeteyên DAIŞ’ê êrişî hêzên Iraqê û pêşmergeyan dikin.

Nehate gotin bê ka çima helîkoptêr ketiye.

Back to top button