Zêdan El-Asî: Divê gelê Sûriyê li hemberî peymanên li dijî herêmê hevgirtî bin

Hevserokê Nivîsgeha Parastinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Zêdan El-Asî bang li gelê Sûriyê kir ku li hemberî peymanên bi guman ên di navbera dewleta Tirk û hêzên mezin de yên li dijî herêmên Rêveberiya Xweser yek dest bin.

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne.

Qaşo hêza garantor Rûsya ya ku sponseriya lihevkirina agirbestê ya di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk QSD û dewleta Tirk de dike, li hemberî van êrişan bêdeng e.

Lê dagirkeriya Tirk lihevkirinê bin pê dike.

Bêdengiya Rûsyayê jî derfetê dide dagirkeriya Tirk ku sûc û binpêkirinên xwe zêde bike.

Têkildarî mijarê, Hevserokê Nivîsgeha Parastinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Zêdan El-Asî anî ziman ”

“Dewleta Tirk ji destpêka şoreşa Sûriyê ve bi awayekî eşkere şerê Sûriyê dike.

Dewleta Tirk armanc dike ku projeya Rêveberiya Xweser têk bibe.

Ji bo ku li herêmên Rêverberiya Xweser aramî çêne be, dewleta Tirk hewl dide tevliheviyekê û fitniye di navbera pêkhateyan de derbixe.”

Zêdan El-Asî bal kişand ser civînên Astanayê û wiha pê de çû: “Di her gereke siyasî yan jî civîneke Astanyê de Rûs, hikumeta Şamê û dewleta Tirk li hev dikin.

Dibe ku hebûna hikumeta Şamê di wan lihevkirinan de ne yekser be, lê hebûna wê heye.

Yên ku wan lihevkirinan bi rê ve dibin jî rûs û tirk in. piraniya wan lihevkirinan jî li ser hesabê gelê Sûriyê ne.”

El-Asî got:

“Rûsya û Îranê sûdê ji kiryarên dewleta Tirk digirin da ku hikumeta Şamê biparêzin.

Bi vê şêwazê berjewendiyên xwe diparêzin û destkeftiyên din bi dest dixin û lihevkirinên demdirêj pêk tînin.

Ne dûr e dewleta Tirk êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike bi taybet piştî ku Rêveberiya Xweser têkiliyên baş bi gelek dewletan re danîn.”

El-Asî bang li gelê Sûriyê kir ku li hemberî xeteriya li dijî herêmê û ji bo parastina projeya Rêveberiya Xweser bibin yek.

Back to top button